PeyamaKurd - Serokê opozîsyonê û Serokê Parlamentoya Venezuelayê Juan Guaido ku seroktiya xwe ya demkî ragihandiye, bange li gel kir ku li dijî Maduro xwepêşandanan li dar bixin.
Li welatê Venezuelayê ku gel ji qeyrana aborî bêzar bûye, Juan Guaido seroktiya xwe ragihandibû û Serokdewlet Nicolas Maduro jî karvekêşana xwe red kiribû.
Seroktiya Guaido di serî de Amerîka ji aliyê gelek welatên Ewropî ve hatiye naskirin, lê hin dewletên wekî Rûsya, Çîn û Tirkiye piştgiriya Maduro dikin.
Serokê demkî Juan Guaido li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyameke vîdyoyê bang li gel kir pêleke nû ya protestoyan bidin destkirin.
Guaido daxwaz kir ku xwepêşandanên aştîyane nava vê hefteyê di navbera rojên Çarşem û Înê de werin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin