PeyamaKurd - Di salvegera Enfala Barzaniyan de, Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de tekez kir ku divê taliyên borî û êşa karesatan ji bo paşerojê bibin pend û ders û bibin hêvênê çespandina çanda hevpejirandin û tebayiyê, heta rêzgirtina dualî, hevfamkirin û aştiyeke berdewam.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ragihand: "Îro çil û sê sal di ser tawana jenosîd û enfalkirina heşt hezar, ciwan û mêrên sivîl ên Barzanî re derbaz dibin.
Di vê salvegera biêş de, em serê rêz û hurmetê li beranberî canê paqij ê şehîdan ditewînin û bi rûmet wan bi bîr tînin."
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê jî ku piştî vê tawana hovane, erkekê giran ket ser milê dayik û hevjînên serbilind ên Barzanî; wan bi xweragirî, moralê bilind û xwedîkirina zarokên xwe di nav renc û lûtkeya zehmetiyê de, ne tenê nehiştin armanca dijminan ji bo qirkirina vê neteweyê bi cih bê, belkî nifşekî neteweperwer jî ji bo paşeroja Kurdistanê perwerde kir.
Ez destê yek bi yekê wan dayikên westiyayî û dilovan maç dikim.
Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha ragihandiye: "Jenosîdkirina Barzaniyan û tevahiya pêlên Enfalê birînên kûr ên welat in, lê îradeya gelê Kurdistanê ji bo man û berevaniya ji mafên xwe yên rewa bihêztir kir.
Ez li vê derê careke din tekezê li ser erkê exlaqî û qanûnî yê Hikûmeta Iraqê dikim, ji bo qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan û tevahiya qurbaniyên di bin destê rejîma berê de."
Barzanî tekez kir: "Divê taliyên borî û êşa karesatan ji bo paşerojê bibin pend û ders û bibin