Li Bakurê Kurdistanê rêyên zêdetirî 3 hezar gundan asê bûn

Dîroka Weşanê :
Li Bakurê Kurdistanê rêyên zêdetirî 3 hezar gundan asê bûn

PeyamaKurd- Piştî hişyariyên keşnasiyê li seranserê Bakurê Kurdistanê berfeke zêde Ji ber berfê rêya bi hezaran gundan hate girtin û dibistan jî ketin betlaneyê.

Li bajarên wekî Diyarbakir, Batman, Mêrdîn, Wan, Bedlîs, Mûş, Colemêrg, Şirnex, Erzirom, Xarpêt, Riha û gelek deverên din barîna berfê didome.

Herwiha pileyên germê jî heta 10 pile daketiye bin sifirê li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û sir û seqemeke dijwar heye.

Li gorî zanyariyên dawî heta niha rêyên zêdetirî 3 hezar gundewarên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û firtoneyê hatine girtin.

Tê çaverêkirin barîna berfê sibe jî bi heman awayî berdewam bike.