PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Cizîrê ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê di encama teqîna tûpê metbexê de 3 kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku îro Çarşemê li taxa Banêxanê ya Cizîrê di malekê de tûpê metbexê yê gazê ji ber sedemeke nediyar teqiyaye û di encama wê teqînê de kesên bi navên Hasan Mendeş, hevjîna wî Nezahat Mendeş û zarokeke wan birîndar bûne.
Tîmên tenduristîyê çûne cihê bûyerê û kesên birîndar veguhestine nexweşxaneyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin