Li Dêrsimê mirovê birîndarê hirçê bi ambulans-helîkoterê gihandin nexweşxanê

Li Dêrsimê mirovê birîndarê hirçê bi ambulans-helîkoterê gihandin nexweşxanê

PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê li navça Hozatê mirovê bi navê E.B. ket ber êrîşa hirçekî  boz û birîndar bû. Rûdan li devera gundê Qozlucayê (Kozlu) qewimî. Hirç ji nîşka de derket pêşiya E.B. û êrîşê wî kir.

Dema E.B. birîndar bû, kesên bûn şahidê êrîşê xeberê dan tîmên 112an. Tîmên AFAD, Cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê rûdanê.

Bi helîkoter-ambûlansê birîndar birin nexweşxana dewletê ya bajarê Dêrsimê. Talûka jiyana E.B. nîne û dermankirina wî li nexweşxanê dewam dike.