Li Duhokê 61 cihên nû yên turîstîk hatin vekirin

Li Duhokê 61 cihên nû yên turîstîk hatin vekirin

PeyamaKurd – Ji ber zêdebûna geştiyarên derve û navxwe li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê her diçe, xizmeta turîzmê bipêş dikeve.

Rêveberê Giştî yê Geştûguzar a Duhokê Dr. Xeyrî Elî Ûso ji medya Kurdistanê re ragihand ku ji destpêka sala 2022yan ve ango di nav 7 mehên borî de 61 binke û cihên nû yên geştyariyê li nav sînorê Duhokê hatine vekirin.

Xeyrî Elî diyar kir, bi wî awayî 900 cihên geştyariyê niha li Duhokê hene ku molet wergirtine û 250 jî havîngehên xwezayî hene.

Rêveberê Giştî yê Geştûguzar a Duhokê daye zanîn, ri rêya wan havîngeh û cihên geştyariyê heta niha 12 hezar derfetên kar ji bo xelkê deverê çêbûne û ew dê hewl bidin sektora turîzmê hîn zêdetir bipêş bixin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin