PeyamaKurd- Li Binxetê li ciyê bazara sebzeyan erebeyeka bombekirî hat teqandin û di encamê de 4 kes jiyana xwe dan û 20 kes jî birîndar bûn. Birîndar hatin birin bo nexweşxaneyên nêz.
Bi sedema teqînê, dukkanên der û dor xesarê dîtin û tîmên parastinê yên sîvîl dest bi rakirina enkazan kirin.
Hat ragihandin ku li kolaneka dinê ya bi navê Wîlla erebeyeka bi bombe hatiye tesbîtkirin û bê erebe bê teqandin, bomba hatiye îmhakirin. Heya niha kes bûyerê nexistiye aliyê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin