PeyamaKurd – Otomobîleke bombebarkirî li Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê teqiya.
Li gor çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, îro 20ê Tebaxê otomobîleke bombebarkirî li gund û warên Girê Spî hate teqandin.
Hat diyarkirin, di encama teqînê de 5 kes birîndar bûne. Herwiha heta niha tû rêxistinan berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe.
Li bajarokê Girê Spî ya ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, demek dirêj e teqîn pêk tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin