PeyamaKurd - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di nava Girtîgeha Asayişê de bi sedema bertekên li dijî biryara sewqkirina bo Helebê karesateke mezin rû da.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, piştî ku hewldanên ji bo çêkirina aloziyê bêbersiv man, biryar hat girtin ku girtî bo Helebê bên veguhestin.
Girtiyên ku ji îşkence û miameleya xirab ditirsiyan li dijî vê biryarê derketin.
Di encama alozî û nîqaşên ku dema cîbicîkirina biryarê derketin de, 9 mahkûman ji bo protestokirinê bedenên xwe dan ber agir.
Tevî ku birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê belê wan can da. Hate ragihandin ku piştî vê trajediya ku piştî kuştina leşker Samî Şêxmûs Hiso li Hesekê rû da, hêzên ewlehiyê biryar dan ku hemû girtiyên din serbest berdin.