Li Mêrsinê cezayê girtîgehê li Selahattîn Demîrtaş hate birîn

Dîroka Weşanê :
Li Mêrsinê cezayê girtîgehê li Selahattîn Demîrtaş hate birîn

PeyamaKurd – Di dozekê de ku bi tohmeta "heqaretkirina serokkomar"ê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dihat birêvebirin, li hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş salek, 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Rûniştina biryarê ya vê dozê li Dadgeha Cezayê Asayî ya 14emîn a Mersînê hate lidarxistin.

Dadgehê daxwaza Demîrtaş a ji bo beşdarbûna rûniştinê bi hinceta "ewlehiyê" red kir. Her wiha daxwaza parêzeran a ji bo dema parastinê û daxwaza "redkirina dadwer" jî nehatin qebûlkirin. Cezayê hatî dayîn, ji ber rêze-axaftinên Demîrtaş ên li Mêrsin û Diyarbekirê ye.