Li Mêrdîn û Rihayê perwerdeya dibistanan hat rawestandin

Li Mêrdîn û Rihayê perwerdeya dibistanan hat rawestandin

PeyamaKurd - Bi sedema êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, li navçeyên sînor ên Mêrdîn û ‎Rihayê yên Bakurê Kurdistanê rojên 14-15 û 16ê Cotmehê perwerdeya li dibistanan hat ‎rawestandin.‎

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê, li hemû dibistanên Nisêbînê, li navçeyên Qoser û Artuklu jî ‎wan navçeyên nêzîkê sînor, Duşemê 14ê Cotmehê, Sêşem 15ê Cotmehê û Çarşem 16ê Cotmehê ‎perwerde hatiye rawestandin.‎

Herwiha parêzgariya Rihayê jî ragihand, li hemû dibistanên qezayên Kaniya Xezalan û Serê Kaniyê, ‎li qezayên Pirsûs û Bêrecûkê jî navçeyên nêzîkê sînor ji 14ê Cotmehê heta 16ê Cotmehê ‎perwerde hatiye rawestandin.

Berî niha jî ji bo du rojan li wan herêman perwerde hatibû ‎rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin