Li Mêrdînê kerên di karê paqijiya bajêr de tên xebitandin xanesîn dibin

Li Mêrdînê kerên di karê paqijiya bajêr de tên xebitandin xanesîn dibin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Artukluyê kerên di karê paqijiyê de tên bikaranîn dê xaneşîn bibin. Ji ber li navenda bajarê Mêrdînê kuçên bajêr gelek hevraz û tengin û piraniya wan kolanan bi derencene, erebe an traktor nikarin bikevin kuçe û kolanên bajêr lewra di karê paqijiyê de ker tên bikaranîn.

Niha şaredarî li rêyên din yên ku dê karibin paqijiya bajêr bikin û gilêş û gemara bajêr bidin hev, digerin. Kerên ku dê xaneşîn bibin, wê li çewlikekî heywanan de bên xwedîkirin.

Li ser mijarê, di navbera şaredariya Artuklu û Federasyona Mafên Heywanan de peyman hat girêdan û di merasimê de şaredar Mehmet Ali Amak got:

“Em lêkolînê dikin ku kerên barhilgir yên di karê gilêşê de didin xebitandin, wan paşde vekişînin (xaneşîn bikin) û di şûna wan de li rêyên alternafîf digerin.

Di karê berhevkirina gilêşan de, berê 80 ker dixebitîn û di nav wextê de jimara wan daxistine 20 keran. Karkerên şaredariyê, bi alavên biçûk dikarin bikevin hinek kolanan û paqij bikin.”

Li bajarê Bursayê Çewlika Heywanên Xaneşîn heye û rayedar dixwazin ciyekî weka wê li Mêrdînê vekin. Eger proje here serî, dê kerên şaredariyê xaneşîn bikin û li çewlikê bicîh bikin.

Kerên ku berê di karê paqijiya şaredariyê de didan xebitandin, piştî ker pîr dibûn û nema karibûn bixebitin, şaredarî mehane (maaş) didan wan da hinek kes wan keran xwedî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin