PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîleke bombebarkirî li navenda bajêr hat teqandin ku li gorî zanyariyên ewil gelek kuştî û birîndar hene.
Hat ragihandin ku îro 24ê Mijdarê danê êvarê li Dewara Kawa nêzîkî Lîwayê 51 a komên çekdar ên bi Tirkiyê ve otomobîleke bombekirî hate teqandin.
Li gor agahiyên destpêkê di encama teqînê de, herî kêm 3 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.
Hîn ti aliyekî berpirsiya wê teqînê li xwe negirtiye.
Heta niha nehatiye zanîn ew teqîn ji aliyê kê ve hatiye encamdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin