Li Nisêbînê pistî qezayê teqînek pêk hat: Birîndar hene

Li Nisêbînê pistî qezayê teqînek pêk hat: Birîndar hene

PeyamaKurd – Li taxa Yenîkoyê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 2 tanker li kamyoneke ku di heman rêyê de diçû qelibî. Di encama teqîna ku piştî qezayê pêk hat de şewat derket û 1 jê giran, 2 kes birîndar bûn.

Bûyer derdora saet 01:00an de li taxa Nisêbînê ya Yenîkoyê qewimî. Di qezaya pêk hat de 3 wesayît tevlî bûn, 1 jê giran 2 kes birîndar bûn.

Piştî teqîna ku piştî qezayê pêk hat şewat derket. Li ser îxbarê gelek ekîbên agirkuj, polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên agirkujiyê hewl dan ku agir vemirînin.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Di dema ku ji bo rakirina wesayitan ji ser rê xebat dihatin meşandin rê li trafîkê hat girtin. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (Çavkanî: ÎHA)

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin