PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li otoparka AVM de karavana ku park kiribû, di karavanayê de welatiyê Îsvîçre yê bi navê Alexander Johannes Moor (47) mirî dîtin. Sedema mirina wî dê di otopsiyê de diyar bibe.
Bûyer ber destê êvarê di navenda AVMê de çêbû. Alexander Johannes Moor bi malbata xwe re çûbû bajarê Rihayê da bigere û karavana xwe di otoparkê de danî.
Malbata wî çû nav bajêr da bigere lê ew di karavanayê de ma. Malbat dema êvarê dageriya Karavanayê, dîtin ku Moor, di nav karavanayê de bê tevger maye.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê rûdanê. Di kontrola tîmên tenduristiyê de dîtin ku Moor can daye.
Piştî rûdanê cesedê Moor birin morga Tib a Edlî da otopsiya wî bikin. Piştî otopsiyê dê sedema mirina Moor destnîşan bikin.