PeyamaKurd- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên komên çekdarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û şaneyên DAIŞê yên li ser herêmê daxuyaniyek weşand û ragihand, seferberiya giştî li herêmên jêr kontrola wan hatiye îlankirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Komên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê ku lihevkirin binpê kiriye, ji duh sibeha heya wiha ji gelek aliyan ve êrişî hêzên me dikin. Tevî hemû hewldanên dîtina çareseriyên aştiyane û daxuyaniya niyeta qenc a vekişîna ji hin herêman, lê Şamê li ser şer û vebijêrka leşkerî bi israr e.”
Hate diyarkirin, “Li ser vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku amade be, rêgeza xweparastinê esas bigire, li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibe, bajarên xwe biparêze û tev li cenga parastina rûmetê bibe.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Armanc ji van êrîşan têkbirina xwişk û biratiyê ye ku bi xwîna keç û xortan pêş ketiye. Di heman demê derxistina fitne û tundiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, her wiha bi armanca hedefkirina pêkhateyên resen ên Sûriyeyê û ferzkirina yekrengî li ser pêkhateyên din e.
Em li pêşberî qonaxeke werçexrê ne; an em ê li ber xwe bidin û bi rûmet bijîn, an jî dê hemû cûryên zulm û heqaretê li ser me werin kirin. Li ser vê yekê em seferberiya giştî radighînin û bang li gelê xwe dikin ku bersiva vê bangê bide û piştgiriyê bide QSD û YPJ’ê.
Di serî de ciwan em bang li hemû beşên gelê xwe dikin ku çek rakin, li hemberî êrişên muhtemel li ser herêmên Cizîrê û Kobanê bisekinin. Divê em bizanibin ku em li pêşberî şerê hebûnê ne. Ji bo em destkeftiyên şoreşa xwe û nasnameya xwe biparêzin, yek vebijêrk heye ew jî berxwedana gel e.
Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî êrîşên nemerdane li dora hêzên xwe kom bibe, hevgirtî be û amade be.”