PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Iraqê 5 jin bi tometa endambûna rêxistina terorîst DAIŞê ve girtin.
Fermandariya Firqeya Destwerdana Bilez a Artêşa Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, 5 jin li bajarê Silêman Beg ê li rojhilatê parêzgeha Selahedînê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew 5 jin li gorî yasaya terorê hatine girtin û piştî girtinê jî li xwe mikur hatine ku endmên DAIŞê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin