PeyamaKurd – Li gundewarê bajarê Şirnexê yê bakurê Kurdistanê di encama teqandina bombeyeke vedayî bi wesayîteke leşkerî de, 2 leşker mirin û 7 jî birîndar bûn.
Parêzgariya Şirnexê ragihand ku li nav sînorê gundê Sarikoy ê girêdayî Fermandariya Cenderemeyên Hezexê dema cendermeyan xwestiye bombeyeke vedayî pûç bikin, bombe bi wan de teqiyaye û di encamê de 2 leşker mirine û 7 jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan teqîn îro danê sibehê li herêma Girê Pisikayasî yên di navbera sînorên Hezex a Şirnexê û bajaroka Midyayê ya Mêrdînê de rû daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin