PeyamaKurd – Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro bi hêza 3.9 pileyî hejiya.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) da zanîn, vê sibê Sêşemê 1ê Sibata 2022ê di saet 04:54an de, erdhejek bi hêza 3.9 pile, li bajarokê Tuşba yê ser navenda parêzgeha Wanê çêbûye.
Hat eşkerekirin, erdhej bi kurahiya 12.87 kîlometre di bin erdê de çêbûye û li navçeyên din ên Wanê hatiye hestkirin. Heta niha derbarê zerar û ziyanên erdhejê de tu zanyarî nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin