PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji sibe 14ê Nîsanê 28ê Nîsanê, ji bo 15 rojan qedexe hat ragihandin.
Parêzgariya Wanê ragihand ku ji 14ê Nîsanê heta 15 rojan di çarçoveya yasaya 2911 de, hemû çalakî, xwepêşandan û bernameyên nav bajêr hatine qedexekirin.
Hat diyarkirin ku biryara qedexeyê bi hinceta pêşîgirtina êrîşan, parastina can û malê hemwelatiyan û berterefkirina çalakiyên terorî hatiye wergirtin.
Hêjayî gotinê ye, li bajarê Wanê û çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê ji sala 15ê Tîrmeha 2016an ve (piştî hewla darbeya FETOyê) bê navber qedexeyên 15 rojî yên çalakiyên cemawerî têne ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin