Li Zaxoyê di kampa koçberan de şewat derket: 50 kargeh wêran bûn

Dîroka Weşanê :
Li Zaxoyê di kampa koçberan de şewat derket: 50 kargeh wêran bûn

PeyamaKurd – Îro danê sibê, derdora saet 04:45an, li Kampa Bacid Kendalê ya li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê şewateke mezin derket. Li gorî zanyariyên ku ji niştecihên kampê hatine girtin, agir ji ber kurteya elektrîkê (têkelçûna kabloyan) dest pê kiriye û di demeke kurt de belav bûye.

Di encama vê şewatê de, herî kêm 50 kargeh û dukanên koçberan bi temamî şewitîn û zirarên mezin ên madî çêbûn. Tîmên agirvemirandinê bi lez mudaxeleya bûyerê kirin û rê li ber belavbûna agir a ber bi konên niştecihbûnê ve girtin. Xweşbextane di vê rûdanê de tu mirin an birîndarî nehatin ragihandin.

Kampa Bacid Kendal a ku malovaniya zêdetirî 1,000 malbatên Êzîdî yên koçberên Şingalê dike. Ev kargehên ku di agir de wêran bûne, çavkaniya sereke ya debara jiyana malbatên li nava kampê bûn. Lêkolînên ji bo nirxandina tam a zirarê berdewam dikin.