Balyozê Vatîkanê seredana Imamoglu kir

Balyozê Vatîkanê seredana Imamoglu kir

PeyamaKurd- Balyozê Vatîkanê metran Paul Russel îro seredana şaredarê şaredariya mezin Ekrem İmamoğlu kir. Havdîtin li koşka Floryayê ya serokatiya şaredariya mezin çêbû. Russel got ku Îstenbol bo katolîkan bajarekî gelek girîng e û weha dewam kir:

“Tevî ku hêjamara me li bajêr zêde nîne jî lê kok û pêwendiyên me bi Îstenbolê re xurtin. Lewra em girîngiyê didin bajêr.”

Di hevdîtinê de İmamoğlu weha ragihand:

“ Tazekirina pêwendiyên me û eger em Îsatnebolê bikin bajarekî vekirî bo dinyayê û ger em li ser hevkariya xwe biaxifin, bo me bexteweriye. Em ê weka rêvebiriya cî, di pêwendiyên xwe de bi taybetî bi baweriyên cuda yên olî re xesas bin. Em ê ti baweriyê û etnîsîteyekî bi sedema ku jimara wan kême, di wî awayî de neynin ser zimanê xwe. Kesên di vî najarî de dijîn hemşehriyên me ne û em ê xizmetên qedirbiha bo wan bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin