PeyamaKurd - Endama firaksyona Komela Îslamî ya Kurdistanê li Parlementoya Kurdistanê Bedriye Îsmaîl ragihand, ewê lêkolînê li ser radestkirina Îranê ya girtiyê Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî bidin destpêkirin.
Parlementera Kurdistanê û endama komîsyona mafên mirovan û karûbarên civakî, Bedriye Îsmaîl li ser teslîmkirina girtiyê kurd Mistefa Selîmî ji aliyê asayişa YNKê ve ji BasNewsê re gotiye, ew niha mijûlî lêkolînê ne li ser vê mijarê ku niha nikarin tiştekî bêjin.
Bedriye Îsmaîl daya zanîn ku ew dê tevahiya aliyên wê rûdanê eşkere bikin û bizanin ka çi bûye û çawa qewimiye û paşê raya giştî jî agahdar bikin.
Parlementera Kurdistanê ku endama firaksyona Komela Îslamî ya Kurdistanê ye daye xuyakirin, ev dosya dikeve çarçoveya mafên mirovan û nabe ti kes di vî warî de xemsar be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin