Serokê Komîteya Ewlehîyê li Encûmena Parêzgeha Mûsilê amarên bûyera Mûsilê eskere kir

Serokê Komîteya Ewlehîyê li Encûmena Parêzgeha Mûsilê amarên bûyera Mûsilê eskere kir

PeyamaKurd - Serokê Komîteya Ewlehîyê li Encûmena Parêzgeha Mûsilê de Haşim Birîfkanî amarên bûyera Mûsîlê eşkere kir. Di ava Mûsilê de 100 kes mir û 103 jî winda ne ku beşek ji wan jî Kurd e

Serokê Komîteya Ewlehiyê li Encûmena Parêzgeha Mûsilê Haşim Birîfkanî ragihand: “Li gorî amarên dawî, heta niha termê 100 kesî hatiye dîtin û 103 kes jî di nava avê da winda ne û hêj termê wan nehatiye dîtin û beşek ji wan Kurd in.”

Haşim Birîfkanî wiha got: “Beriya bûyerê li cihê ku ferîbot noqav bû û ji wir ra tê gotin Komelgeha Cezîre, rêveberiya wî cihê geştiyarî hatiye agahdarkirin ku nabe ferîbot bikar bihên ji ber ku av zêde bûye, lê wan guh nedaye vê gotinê û xelk li ferîbotên geştiyarîyê siwar kirine. Lewma jî kesê ku kêmasî kirine di vê mijarê da dê herin pêşiya dadgehê û li Bexda kar dihê kirin ku parêzgar jî ji karê wî bê dûrxistin.”

Hêjayî gotinê ye ku roja 21ê adaerê ferîboteke geştiyarîyê di ava çemê Dîclê da noqav bûbû û li gorî amarên dawî, heta niha termê 100 kesî hatiye dîtin û 103 kes jî di nava avê de winda ne û hêj termê wan nehatiye dîtin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin