PeyamaKurd- Li bajarê Xaniqînê ku dikeve başûrê Kurdistanê û di sînorê herî jêr yê Ereban de ye, li bajarokê Gulaleyê, bi sedema teqîna mayînekî 2 cotyar birîndar bûn. Gundiyên cotyar, dema diçûn nav erdê xwe, mayîneka ku berê hatibû bicîhkirin teqiya.
Wezîfedarê polîs yê Gulaleyê Cebar Xeyalî bûyerê weha ragihand:
“Li gundê Îslahê di dema 2 cotyar diçûne nav baxçê xwe, teqîn çêbû. 2 cotyar birîndar bûn. Ji birîndaran halê yekî nexweşe û wî sewqê nexweşxaneya bajarê Diayalayê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin