Serokê Tûnisê Essebsi bi giranî rakirin nexwesxaneyê

Serokê Tûnisê Essebsi bi giranî rakirin nexwesxaneyê

PeyamaKurd - Baregeha Seroktiya Tûnisê ragihand ku serok Beji Caid Essebsi yê 92 salî, ji ber pirsgirêkên giran yên saxlemiyê, rakirin nexweşxaneyeke leşkerî. Yek ji şêwirmendên wî Reutersê re got ku ew sax e, lê di rewişeke pir krîtîk de ye, lê wî ti hûrgilîyên din nedan.

Beji Caid Essebsi hefteya borî ew rakiribûn nexweşxaneyê, lê hîngê baregeha wî gotibû ku arîşeyeke cidî girîng tune ye.

Essebsi, piştî ku serokê berê Zeynel Abidîn Bîn Alî di 2011an de ji desthilatê hatibû xistin, di siyaseta Tûnisê de xwediyê cîhekî giring e ji ber ku wî welatê xwe ber bi demokrasiyê biribû û rê li ber xwepêşandanên tund girtibû.

Essebsi di 2011an wek serokwezîr di hikûmeta veguherînê de cîh girtibû û di 2014an de bûbû serokê Tûnisê. Wî berê jî wek wezîrê derve û seroktiya parlamana Tûnisê kar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin