PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karen derve ya Tirkiyê Hami Aksoy bi sedema ku li Kazkaistanê ji aliyê serokê muftiyên welat xwarina fetarê daye û ji cemaeta FETÖ yê kesan dawetî şîva fetarê kiriye, bi tundî tevgeriya û got; ev nayê qebûlkirin.
Aksoy, bi awayeka nivîskî bersiva vê bûyerê da. Aksoy di bersiva xwe de got:
“Serokatiya muftiyên Kirgizîstanê di 8 ê gulanê de şîva fetarê daye û serokên rêxistina FETÖ yê dawetî şîvê kirine. Ev yek nayê qebûl kirin. Bo heman dawetê balyozê me yê Bişkekê jî hatiye dawetkirin, piştî balyozê me ferq kiriye, çi pêwist bûye kiriye. Me heya niha gelek caran mijarê bo wan welatan îzah kiriye ku ew bo me tehdîdin. Em bende ne ku hemû dostên me, di vê mijarê de bi hezir tevbigerin, ne tenha meqamên fermî lê hemû dezgeyên netewî xesasiyetê nîşan bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin