PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî merasima vekirina dêra Suryaniyên Rojhilat bû. Bi Barzanî re wezîrê karên hundir yê Kurdistanê Rêber Ahmed, wezîrê awqaf û diyanetê Piştivan Sadiq, Wezîrê ji etnîkan û olî berpirs Aydin Marûf û Patrîkê dêra Suryaniyan yê ji Iraqê û dinyayê berpirs III. Mar Awa Royel û mirovên olî yên Suryanî tevlî merasimê bûn. Nêçîrvan Barzanî di merasimê de weha got:
“Azadiya ku li Herêma Kurdistanê pêkhatiye, bi xwe re ji nûh de vejandina temamê millet, ol û civakan kiriye. Ev yekîtî Kurdistanê ji bo me û dinyayê xweş kiriye. Em dev ji xwurtkirina jiyana bi hev re bernedin û bêhtir pêşde bibin.”
Patrîkxana Suryaniyan li taxa Eynkawayê li hemberê mizgeftekî hatiye avakirin û sembola pêkvejiyanê ye. Dêra Suryaniyan di sala 1933an de biribûn Amerîkayê û di sala 2006an de car din anîbûn Kurdistanê û dêrê li Kurdistanê ava kiribûn. Patrîkê ku biryarê dabû û dêrê anîbû Hewlêre, IV. Mar Dankha, di merasimê de Barzanî wî bibîranî û got:
“Birayereka cesûrane bû. Ji Kurdistanê re destekekî mezin bû. Ji bo Xîrîstiyan li vê derê li welatê xwe bimînin û koç nekin baweriyê da. Di sala 2014an de dema IŞİDê beşekî Kurdistanê, Iraqê û Sûriyê îşxal kir, gelek Xîrîstiyan xwe sipartin Herêma Kurdistanê. Kurdistan bi pêkhateyên xwe yên etnîkî û olî ve xweşe. Xîrîstiyan li Kurdistanê perçeyekî çanda pêkvejiyana bi hev re ya xweş û perçeyekî wê yê girînge.
Serokê Amerîkayê Barack Obama di şeva 7 ê Tebaxa 2014an de di axaftina xwe ya dîrokî de gotibû ku Hewlêr xeta wan ya sor e. Ev tê bîra me hemûyan. Sedema xwedîderketina li Hewlêrê û Kurdistanê ew bû ku li herêmê pêkvejiyanekî baş û xwurt hatibû avakirin.
Dema di sala 1991an de piştî raperînê parlementoya Kurdistanê hat avakirin, di hukumeta Herêma Kurdistanê û Parlementoyê de hebûna nûnerên Xîrîstiyan û Turkmenan biryarekî me ya bingehîn bû û ciyê serbilindiya me ye. Di wê wextê de û îro jî bi zimanê Kurmancî re me girîngiyê daye zimanê Suryanî û Turkmenî. Li herêmê zarokên Xîrîstiyan û Turkmenan dest bi perwerdeya zimanê xwe kirin.
Çanda pêkvejiyanê diçe heya rojên berê û di dîrokê de ji terefê lîderan de hatiye parastin. Serok Barzanî di pirtûka xwe de behsa serê sedsala borî dike û behsa navê Şêx Ebdulselam, Mar Benyamîn Şamon û Andrianik Paşa dike û wan mînak dide.”
Barzanî, di axaftina xwe de got ku têkoşîna bi hevkarî ya navbera Şêx Ebdulselam Barzanî û Mar benyamin Şamon eksa xwe daye şoreşên Êlûn û Gulanê û heya niha dewam dike….Barzanî weha dewam kir:
“Pêşdeçûn û serkeftin bi yek rengekî nabe. Rengînî û cudatî destekê daye pêşdeçûna mirovî. Şerên milletê, olî û mezhebi gelek welatan xerab kiriye. Milletên ku di nav aştiyê de bi hevre dijîn, welatê xwe pêşde birine, teknolojiya xwe pêşde birine û medeniyetê pêşde birine… Me rêya rast ya Xwedê bijart û lewra em bi pêkvejiyanê bawerin. Xwedê dikaribû mirovan yek millet û yek ziman çêbikira. Lê kir ku millet hev nas bikin, kir ku millet bi hevre bijîn. Em îro li hemberê dêra delal mizgeftekî delal dibînin. Bi van re, ez li Kurdistanê li ser navê çanda pêkvejiyanê dahatûyekî rohnî dibînim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin