Balyozxaneya Amerîka: Me bi Tirkiyê re li ser hin mijaran li hev kir...

Balyozxaneya Amerîka: Me bi Tirkiyê re li ser hin mijaran li hev kir...

PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka ya Enqerê derbarê hevdîtinên heyeta Amerîkayê yên li ser mijara Sûriyê û avakirina herêma ewle de ku îro bidawî hatin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de li ser hevdîtinên 5-7ê Tebaxê yên heyetên Amerîka û Tirkiyê hat gotin ku li ser hin mijaran bi Tirkiyê re lihevkirin çêbûye û hat diyarkirin, “Hevdîtinên li Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê li ser avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê bi plansaziya hevbeşiya herdu aliyan hatine kirin.”

Balyozxaneya Amerîkayê da zanîn ku yek ji mijarên li hev kirine, avakirina ‘Navenda Tevgera Hevbeş’ e û mijarên li ser lihevkirin çêbûye wiha hatin rêzkirin:

"Ji bo fikarên ewlekariyê yên Tirkiyê ji holê bên rakirin bilez pêkanîna tedbîrên destpêkê, bi hev re kordînekirin û birêvebirina herêma ewle, di demeke herî kurt de avakirina navenda hevbeş a operasyonê û wekî korîdora aştiyê sazkirina herêma ewle û her cure hewldana bo vegera Sûriyeyiyên ji cih û warên xwe bûne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin