PeyamaKurd – Mamosteyekî olî li Herêma Kurdistanê yekem car e teza doktora ya xwe bi serenava “Êzîdî li Kurdistanê û pêwendiyên wan ên li gel Muslimanan” bi dest xist.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Dr. Piştîwan Sadiq di tora xwe ya civakî facebookê diyar kir û got: “Gotarbêjê mizgefta Hacî Ebde Azadî Dr. Bîlal Melobirxal, yekem mamostayê olî ye ku teza doktora ya xwe bi serenava “Li Kurdistanê Êzîdî û pêwendiyên wan ên li gel Muslimanan” bi payeya pir baş li welatê Malezyayê bi dest xist. Li gor çavkaniyên zanistî yên 529 kar li ser dîroka kevin a pêkvejiyana olî û serhilatên Êzdîyan û pêwendiyên wan ên giring li gel Muslimanan bi giştî rawe kiriye.”
Dr. Piştîwan Sadiq herwiha di beşeke din a peyama xwe de eşkere kir: “Em berdewam behsa vê pêkvejiyanê dikin, bi taybet ev awayê rast û hemdemî yên lêkolînan jî ku xwe dispêre lêkolînên akademîk û zanistî girîng in û me destxweşî lê kir û ji bo wî jî serkeftin xwest.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin