Mekke | Televizyona 'Haciyanî Kurdistan' dest bi wesanê kir

Mekke | Televizyona 'Haciyanî Kurdistan' dest bi wesanê kir

PeyamaKurd - Li Mekkeyê ji bo heciyên Kurdistanê bi logoya Ala Kurdistanê Televizyona Haciyanî Kurdistan hat vekirin û dest bi weşanê kir.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku televizyona ku li Erebistana Siûdî dest bi weşanê kiriye, mebesta wê xizmetkirina li heciyên ji herêma Kurdistanê ji bo îbadeta hecê çûne Mekke û Medîneyê ye.

Di televizyona ku bernameyên rojane têne weşandin de, derbarê hec û ûmrê bi Kurdî agahdarî têne kirin.

Damezrînerê televizyona kurdî Kerwan Situnî li ser weşana wê televizyonê ji medya Kurdistanê re got, “Di televizyonê de weşanên ji bo heciyên il otelên Mekkeyê dimînin hene. Em li ser dixebitin ku sala bê li herêma Kurdistanê jî bê temaşekirin."

Sitûnî diyar kir ku navê televizyonê Haciyanî Kurdistan e, logoya wê ala Kurdistanê ye û ji bo xizmeta heciyan rojane weşanan dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin