Mesrûr Barzanî bi peyamekê 48 saliya damezrandina YNKê pîroz kir

Mesrûr Barzanî bi peyamekê 48 saliya damezrandina YNKê pîroz kir

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê 48 saliya damezrandina YNKê pîroz kir û got, “Hêvîdar im di vê rewşê de hemû hêzên siyasî bi hev re kar bikin û her aliyek hest bi berpirsyariya xwe ya dîrokî bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 1ê Hezîrana 2023an peyamek belav kir û diyar kir: “Bi boneya 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), pîrozbahiyê li serkirdayetî û hemû endam û alîgirên YNKê dikim.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn, “Hêvîdar im di vê rewşê de hemû hêzên siyasî bi hev re kar bikin û her aliyek hest bi berpirsyariya xwe ya dîrokî bike û xizmetkirina ji bo berjewendiyên bilind ên niştiman, bike karê xwe yê niha û pêşerojê.”

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di 1ê Hezîrana 1975ê de hatiye damezrandin û piştî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duyemîn partiya mezin a Herêma Kurdistanê ye û niha ji 111 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê, 21 kursiyê wê hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin