PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku wan ji ber binpêkirinan û bilindbûna hejmara pêketiyên bi korona qedexeya çûnûhatinê dirêj kiriye û got, em di vî şerî de bi hevre ne û pêwîste li malê bimînin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser twitterê daxuyanî da û ragihand, me 48 saetan qedexeya çûnûhatinê li Kurdistanê ragihand ku me ev biryara qedexeyê ji ber binpêkirinan û bilindbûna hejmara pêketiyên bi korona dirêj kir.
Serokê Hikûmetê got: “Em hemû di şer de bi hev re ne û pabendbûna we girîng e. Pêwîst e li malê bimînin.”
Barzanî diyar kir: “Rûbirûbûna rewşa dijwar bo Kurdistaniyan ne tiştekî biyanî ye, niha em hemû bi hev re dikarin jiyana welatiyan rizgar bikin, pêketî jî bilez baş bibin û vî şerê li dijî korona jî bibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin