Mesrûr Barzanî: Ol temamkarên hevdû ne û armanca wan rênîsandana rêya rast e

Mesrûr Barzanî: Ol temamkarên hevdû ne û armanca wan rênîsandana rêya rast e

PeyamaKurd - Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê esrûr Barzanî, di dema pêşwazîkirinê de ji şandeke pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê, amaje bi axaftineke Mewlana Celaledînê Rûmî kir ku bandor li ser wî hebûye. Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî dibêje, Heq weke gopîtka çiyayekî ye ku çendîn rê hene da ku bigehî kopîtkê.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “li ba min jî ew rêyên hanê ol in , lê heq yek e. Ev hemû hevdû temam dikin. Her yek ji van pêkhateyên olî heke li gel pirênsîba pêkvejîyanê bin, em dişên gelek pirsgirêkan durist bikin.”

Mesrûr Barzanî daxwaz ji amadebûyan dike, ku ewa heya niha Kurdistan pê re maye û kariye bi ciwanî xwe li cîhane bide nasîn, ew ciwanî û pêkvejiyan e û hun berdewam bin li ser wê yekê.

Mesrûr Barzanî, ev axaftinê bo endamên wê şandê kiribû ku ji nûneriya olên îslamî, xirîstîyan êzdî, kakeyî, zerdeştî, sabîeyên mendayî, behayî pêk hatibûn û guftûgo li ser pêşxistina pêkvejiyana olî û lêburînê li Herêma Kurdistanê kirin.

Barzanî, amaje bi wê yekê da ku ol temamkerên hevdû ne û armanca wan rênîşandana mirov e bo rêya rast. Yek ji rûyên geş ên ezmûna Herêma Kurdistanê ku tim cihê şanazîyê ye bo me û cihê stayîşa civaka nêvdewletîye ev bi pêkvejîyan û tebayî ye ku di navbera pêkhateyên olîyê Herêma Kurdistanê de heye.

Serokwezî Barzanî, teqez kir ku ku Kurdistan welat û malê me hemûyane û pêwîst e em hemû kar li ser geşepêdana hizra navendgîr û bi pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê bikîn û hemû rojên me rojên bi pêkvejîyan û lêburînê be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin