Mesrûr Barzanî plana danûstandina bi partiyan re datîne

Mesrûr Barzanî plana danûstandina bi partiyan re datîne

PeyamaKurd - Raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel şanda danûstandkar a berê ya PDKê dicive.

Jêderekî ji nivîsgeha Mesrûr Barzanî ji medya Kurdistanê ragihand, Mesrûr Barzanî bi armanca danîna plana danûstandinan bi aliyên dixwazin beşdariyê di kabîneya nehem de bikin, li gel şanda danûstandkar a berê ya PDKê dicive.

Wî jêderî got jî: Tê pêşbînîkirin ku civîna Mesrûr Barzanî bi aliyan re di zûtirîn dem de destpê bike û yekem civîna wî bi Polîtburoya PDKê re dibe, ku aliyê sereke di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

Roja 12ê Hezîranê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat raspardin, li gor fermana herêmî jî divê di heyama du mehan de kabîneya nû bê pêkanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin