PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Adarê pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê hate gotûbêjkirin û herdu aliyan nêrînên xwe parve kirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya yekhelwestî û yekrêziya hêz û aliyên Kurdistanî kir da ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û aramiya navçeyê were parastin.
Careke din hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê mîna her dem, dê di herêmê de bibe faktoreke aramî û aştiyê.
Di beşeke din a civînê de, behsa girîngiya aktîfkirina Perlemantoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.