Mezlûm Ebdî û Nûnerê Serok Barzanî civiyan: ‘Pêwîste hewldan hevpar bin’
PeyamaKurd – Nûnerê Serok Mesûd Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî, îro 13ê Çile serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li bajarê Qamişlo bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.
Li gorî çavkaniyên medyaya Rojavayê Kurdistanê, di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, Derbendî peyama Serok Barzanî gihandiye Mezlûm Ebdî.
Hate diyarkirin ku di peyamê de behsa girîngiya hevkariya Kurdan a li hemberî zehmetiyên li Sûriyeyê çêdibin hatiye kirin.
Fermandarê Giştî yê HSDê jî li ser girîngiya parastina destkeftiyên Kurdan, pêkanîna aramiya li herêmê rawestiyaye û gotiye, di vê demê de pêwîst e di navbera hemû partiyên Kurd de hewldanên hevpar hebin.
Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.