Mezlûm Ebdî: Pêwîste hêz û rêxistinên Kurdistanî ji bo Rojava bibin yek

Mezlûm Ebdî: Pêwîste hêz û rêxistinên Kurdistanî ji bo Rojava bibin yek

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê li hêz û rêxistinên Kurdistanî, banga li dijî êrîşan yekbûnê ji bo Rojavayê Kurdistanê kir.

Mezlûm Ebdî (Kobanî) berdewamiya piştgiriyê xwest û got, “Pêwîste hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî ji bo Rojava bibin yek û piştgiriya xwe bidomînin.”

Ebdî herwiha ji bo wefata siyasetmedarê Kûrd ê Rojavayê Kurdistanê Hemîd Hec Derwêş jî peyameke sersaxiyê belav kir û wiha got:

“Me îro kesayetek welatparêz û siyasetmedarekî têkoşer winda kir. Kesayeta Kurd Hemîd Hec Derwêş, xwedan ked û rolek girîng bû di dîroka tekoşîna siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Suriyê. Em sersaxiyê ji malbat, dost û hevalên mamoste Hemîd re dixwazin û êşa wan parvedikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin