Nêçîrvan Barzanî bi Konsulê Holanda re pêşxistina têkiliyan gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 25ê Hezîranê Konsulê Giştî yê Holendayê yê Hewlêrê Adriaan IJsselstein pêşwazî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Holendayê yê Hewlêrê Adriaan IJsselstein li ser pêwendiyên Holenda û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Her du aliyan girîngiya berfirehkirina pêwendiyên dualî û hevkariyan anî ziman û herwiha hate gotin, her du aliyan li ser rewşa herêmê, girîngiya parastina aştî û aramiyê û şopandina rêbazên diyalog û dîplomasiyê ji bo çareserkirina nakokiyan li hev kir.
Ev nivîs 163 car hatiye xwendin.




