Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê Cejna Rojiya Êzî pîroz kir

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê Cejna Rojiya Êzî pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Rojiya Êzî pîrozbahî li rêberê Êzîdiyan Hazim Tehsîn Beg û hemû Êzîdiyan kir û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo wan dubare kir.

Nêçîrvan Barzanî îro (Înê, 19ê Kanûna Pêşîn a 2025an) bi boneya Cejna Rojiya Êzî ya Kurdên Êzî peyamek pîrozbahiyê weşand.

Nêçîrvan Barzaniyê got, "Ez bi boneya Cejna Rojiya Êzî li hemû Êzîdiyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim," û ji wan re cejnek xweş û aram xwest.

Ji ber vê yekê, Nêçîrvan Barzanî bi dubarekirina piştgiriya xwe ji bo hemû Êzîdiyan û mafên wan, peyama xwe bi gotina "Em ji wan re piştrast dikin ku hewldanên me ji bo normalîzekirina rewşa Şingalê, ji bo vegera koçberan bo malên xwe û ji nû ve avakirina herêmên xwe dê berdewam bikin" bi dawî kir.

Êzîdî sê rojan berî Cejna Êzî, ku wekî "Cejna Rojiya Mezin" jî tê zanîn, rojiyê digirin.

Cejna Êzî di roja Înê ya piştî rojiyê de tê pîrozkirin.