PeyamaKurd- Almanya dixwaze karmendên qalîfiye bibe welatê xwe. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bo temînkirina karmendên qalîfiye ku li welatê wan kêmin, ji derveyê welatên Yekîtiya Awrûpayê bibe û qanûna di vê mijarê de, wê bicîhbîne.
Almanya qanûna ku dixwaze bixe rê ya bi navê “Qanûna koça karkerên qalîfiye”ye. Bicîhkirina qanûn wê di 1 ê adarê de destpêbike. Merkel li bajarê Berlînê bo mijarê zîrweyekî lidarxist. Merkel bi taybetî balê kişand ser kêmasiya seha teknolojiya zanistê. Bo karibe karmendan bîne Almanya divê mijara vîzeyê bê sivikkirin û karmend karibin zû dest bikar bikin.
Li gor pisporan Almanya bi sedema nebûna karkerên qalîfiye salê 30 mîlyar Euro wenda dike. Niha di 65 şaxan de pêdivî b karmendan heye. Di serî de hemşîre, kesên ku li nexweşan binêrin, karkerên înşaatan, pisporên zanista teknolojîk û hwd. Berya her karî di sektora tenduristiyê de pêdivî gelek heye.
Entegrebûna an ku lihevkirina karmendên ku herin Almanya û çanda Almanya divê lihev bikin an bên entegrekirin. Mijara ziman jî divê bê çareserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin