PeyamaKurd - Li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jina bi navê N.A li malê hat kuştin.
Hat ragihandin ku şi taxa Kevenlî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ya bakurê Kurdistanê jineke bi navê N.A li malê hatiye kuştin.
N.A li malê bi çekê hat kuştin. Piştî cîranan dengê çekê bihîst, bang li polîsan kirin. Polîs û yekîneyên tenduristiyê hatin mala N.A., û dîtin ku N.A., li malê jiyana xwe ji dest daye.
Piştî otopsiyê cenazeyê N.A, li Goristana Wanê ya bajar spartin axê. Derbarê mijarê tu kes nehat binçavkirin. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin