Li Diyarbekirê doktorek mirî hat dîtin

Li Diyarbekirê doktorek mirî hat dîtin

 PeyamaKurd - Li bajaroka Peyasê ya Diyarbekirê doktorek di otomobîla xwe de mirî hat dîtin ku di serê xwe de gul xwaribû û damençe jî di destê wî de bû.

Hat zanîn termê hatiye dîtin yê doktorê fizîk tedawiyê yê bi navê Mehmet Karaşînê 41 salî ye û li demjimêr 00:30yê şevê termê wî di nav otomobîlê de hatiye dîtin.

Herwiha polîsan li cihê bûyerê di destê wî de demançe dîtine ku îhtimal heye wî xwe kuştibe.

Cenazeyê Karaşîn piştî testa koronayê ji bo şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyubî.

Hevjîna Mehmet Karaşîn ji polîsan re gotiye, ji ber pirsgirêkên malbatî ev du heftene bi hevre najîn û herî dawî beriya 5 rojan ew dîtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin