PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton li ser biryara vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê, hişyarî da rejîma Sûriyê ya Beşar Esed.
Bolton got, “Nebî ku vekişîna Amerîkayê ji bo bikaranîna çekên kîmyewî wekî hincetekê bibînin ji xwe re. Dê Amerîka bersiveke tund bide.”
John Bolton diyar kir ku heger çekên kîmyewî werin bikaranîn ew dê bersiveke tund bidin hikûmeta Sûriyê û da zanîn ku divê rejîma Esed şaşîtiyeke wiha neke.
Herwiha Bolton bal kişand ser ku ew li ser hurgiliyên vekişînê û encamên wî hevdîtinan berdewam dikin û got, “Rêveberiya Esed bila nefikire ku me ji helwesta xwe ya dijî bikaranîna çekên kîmyewî paşde gav avêtiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin