PeyamaKurd- Bloombergê ku yek ji weşanên fînansê yên Amerîkayê ye, diyar kir ku Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan dê Mehmet Şîmşek wekî Wezîrê Xezîne û Darayiyê tayîn bike.
Çavkaniyên ku "di derbarê mijarê de haya wan ji destê ewil heye" ji Bloombergê re ragihandin ku Mehmet Şîmşek dê di kabîneya Erdogan a ku tê payîn roja şemiyê bê eşkerekirin de cih bigire û bibe Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê welêt.
Çavkaniyan diyar kir ku Şîmşek dê "berpirsiyarê hemû polîtîkayên aboriyê yên Tirkiyeyê" be.
Bloomberg diyar kir ku "Erdogan piştî hilbijartinan bi tayînkirina alîgirekî polîtîkayên aborî yên kevneşopî hewil da ku baweriya bazaran bi dest bixe."
Heta niha ne ji Ofîsa Serokomariyê ne jî ji aliyê berdevkê Mehmet Şîmşek ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin