Nêçîrvan Barzanî bo siyasiyên Iraqê: “Milletê Iraqê layîqê jiyaneka bastire”

Nêçîrvan Barzanî bo siyasiyên Iraqê: “Milletê Iraqê layîqê jiyaneka bastire”

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bang li siyasiyên Iraqê kir û got ku milletê Iraqê layîqê jiyaneka ji ya niha baştir e. Barzanî bo televizyona El Hurre axifî û weha got:

“Dixwazim bêjim wexta rûniştina bi hevre ya temamê siyasiyên Iraqê hatiye ku pirsgirêkên siyasî çareser bikin û Iraqê bo dahatûyeka baş amade bikin. Milletê Iraqê layîqê jiyaneka ji ya niha baştire.”

Nêçîrvan barzanî got ku di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û ya Bexdayê de bo budçeya sala 2021 ê lihevkirin bûye û hêvî kir ku peyman tetbîq bibe. Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî weha dewam kir:

“Divê xelkê Iraqê vêya bizanibe; Herêma Kurdistanê çawa dixwaze Hewlêr û Silêmaniye bipêşbikeve, her weha dixwaze ku Nasiriye, Kerbela, Necef, Ramadî, Mûsil û temamê bajarên din bipêşbikevin.

DEAŞ ewlehiya temamê Iraqê tehdîd dike û di hevdîtina bi serokê Fransayê Macron re em li ser mijarê hemfikrin. Em temamê grûbên di derveyê qanûn de, bo îstîqrara Iraqê tehdîd dibînin. Divê sîlih di destê dewletê de be û ev yek bi qanûnan bê nîzamkirin.

Hinek grûbên neyasayî bi awayekî neyasayî ewlehiya Iraqê tehdîd dikin û em ji wan bi endîşe ne. Ew ji îstîqrara Iraqê re xizmetê nakin û divê li hemberê wan tewir bên sitendin.

Pêşketina Basra, Kerbela, Necef û Enbarê em weka pêşdeçûna Kurdistanê dibînin. Her projeya ji Iraqê re xizmetê bike, em pê kêfxweşin. Em bi peymana şîrketa petrolê ya Fransa Totalê û hukumeta Iraqê kêfxweşin. Rola Fransayê di Rojhilata Navîn de girîng e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin