Nêçîrvan Barzanî, Konsulê nû yê Kuweytê qebûl kir

Nêçîrvan Barzanî, Konsulê nû yê Kuweytê qebûl kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Konsulê Giştî yê nû yê Kuweytê pêşwazî kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dualî û rewşa siyasî guftûgo hatine kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Kuweytê yê Herêma Kurdistanê Osman Dawûd El-Dawûd kiriye.

Li gorî hat ragihandin, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Osman Dawûd El-Dawûd kiriye û hêviyên xwe yên serkeftinê pêşkêş kirine. Her wiha hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ya ji bo rêvebirina erka wî jî nîşan daye.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku Serokê Herêma Kurdistanê, têkiliyên Kuweytê yên ligel Herêma Kurdistanê yên dilgiranî û pêzanîna serkirdayetiya Kuweytê ya ji bo alîkariyên mirovî û alîkariyên ku pêşkêşî penaberên li Herêma Kurdistanê kirine, destnîşan kirine.

Her wiha hat ragihandin ku Konsulê Giştî jî hêvî kiriye ku pêwendiyan û warên hevkariyên hevbeş ên di navbera Herêma Kurdistanê û Kuweytê de pêş ve bibin. Hat diyarkirin ku pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û rewşa navçeyê, mijarên hevdîtinê bûne û girîngiya aştî û aramiyê ya ji bo navçeyê jî hatiye nirxandin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin