Nêçîrvan Barzanî serkonsulê Hindistanê qebûl kir

Nêçîrvan Barzanî serkonsulê Hindistanê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serkonsulê dewleta Hindistanê yê Hewlêrê Madan Gopal li qonaxa xwe ya li Hewlêrê de qebûl kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji serkonsulê Hindistanê Gopal re di wezîfa wî de serkeftinê xwest û ragihand ku wê destekê bide pêşdeçûna têkiliyên navbera Kurdistan û Hindistanê.

Barzanî, behsa girîngiya destpêkirina seferên balafiran yên navbera Kurdistanê û Hindistanê kir û got Kurdistan dikare ji tecrubeyên Hindistanê sûd welgire.

Gopal, di hevdîtinê de ragihand ku di wezîfekirina li Herêma Kurdistanê de gelek raziye û soz da ku di pêşdebirina têkiliyên bi Kurdistanê re xebatan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin