PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta 80emîn salvegera damezirandina partiya xwe peyamek belav kir û pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî, malbatên şehîdan, rêveberî, kadro, endam û piştgirên partiyê kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser ku PDK dê di derbaskirina zehmetî û astengiyên heyî de her tim rola xwe ya pêşengiyê biparêze û tekez kir ku ji bo qonaxa nû divê sazûmankirin û rêveberiya herêmê bêhtir bipêş bixe.
Di berdewamiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî rêz û hurmeta xwe ji bo şehîdên ku di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe dane, pêşmergeyan û têkoşeran nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî soza berdewamiya têkoşînê nû kir û got: "Di vê qonaxa dîrokî de, em bi hêvî û baweriyeke xurt soza xwe dubare dikin ku em ê di çarçoveya armancên bilind ên gelê Kurdistanê de bixebitin û têkoşîna xwe bidomînin."