Nêçîrvan Barzanî û Abbas Araqçî li ser rewşa heremê axivîn

Nêçîrvan Barzanî û Abbas Araqçî li ser rewşa heremê axivîn

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro bi rêya telefonê ligel Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî axivî. Li gorî daxuyaniya ku Araqçî li ser hesabê xwe yê Telegramê belav kiriye, di vê pêwendiyê de her du aliyan guhertinên herî dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê nirxandin. Araqçî diyar kir ku wan li ser mijarên rojevê û rûdanên herêmî nêrînên xwe bi hev re parve kirine daku hevahengiya di navbera Hewlêr û Tehranê de di vê qonaxa hesas de berdewam bike.

Ev pêwendiya dîplomatîk di demekê de pêk tê ku li herêmê alozî zêde bûne û şerê di navbera Îran û Amerîkayê de bandoreke rasterast li ser aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Gotûbêja li ser geşedanên ewlehiyê nîşan dide ku her du alî hewl didin ji bo kêmkirina rageşiyê û parastina berjewendiyên hevbeş kanalên diyalogê vekirî bihêlin. Tê çaverêkirin ku ev cure pêwendî bandoreke erênî li ser peywendiyên cîrantiyê û kêmkirina bandora krîzên herêmî yên li ser axa Herêma Kurdistanê bikin.